• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çapemeniya Lahur Cengî: Amerîkiyan biryar dane ji Silêmaniyê derkevin

Gulan Media October 28, 2023 Nûçe
Çapemeniya Lahur Cengî: Amerîkiyan biryar dane ji Silêmaniyê derkevin

Çapemeniya ser bi Lahur Cengî aşkera kir, Amerîkiyan biryar dane di demeke nêzîk de hemû şêwirmend û leşker û rahênerên xwe yên leşkerî li Silêmaniyê vekêşin.

Li gor nûçeyekî pêgeha GOM a ser bi Lahur Cengî Amerîkiyan biryar dane Silêmaniyê bicîh bihêlin.

Li gor heman pêgehê hejmareke zêde ya şêwirmend û leşker û rahênerên Amerîkî li Silêmaniyê ne û rojane hêzên ser bi YNKê perwerde dikin, lê biryare di demekî nêzîk de hemû şêwirmend û leşker û rahênerên Amerîkî Silêmaniyê bicîh bihêlin.

Herwaha hat aşkera kirin, sedemê wê biryara Amerîkayiyan, ji ber ew navçe bûye qada Eniya Berevaniyê (Muqaweme) ya Îran û milîsên şîe yên Iraqê.

Li gor heman pêgeha ser bi Lahur Cengî ‘’Çend meh berî naha Amerîkiyan odeya xwe ya di nav Saziya Zanyarî (îstixbarat) a YNKê qifil kirine û daxistine û bicîh hiştine. Naha li gel YNKê bi temamî geheştine asta herî nizim û ti baweriya wan bi karkirina li gel YNKê nemaye û wek grubeke çekdar a ser bi Eniya Berevaniyê pênase dikin. Ji ber wê jî Amerîka amade nebû vîze bide Bafil Talebanî ku serdana Washingtonê bike.’’

Hêjayî gotinê ye vê derbarê de parlamenterê berê yê YNKê û kesekî nêzîk Lahur Cengî Şiwan Dawudî di nivîsekî de aşkera kir: ‘’Çend roje Amerîka li gel şandina hêzeke zêde bo navçeya Rojhilata Navîne, ji ber wê jî hêza xwe ya dîplomatîk bi giştî li navçeyê û bi taybetî jî li Iraqê kêm kiriye û daxwaz ji hemwelatiyên xwe kiriye serdana wî welatî nekin û herwaha nûçeyeke din jî bi dizî derketiye ku Amerîkiyan biryar daye Silêmaniyê bicîh bihêlin.’’

 

Basnews

Top