• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Îranê şort û tîshortên teng li xwe kirina zilaman hat qedexe kirin

Gulan Media October 26, 2023 Civakî
Li Îranê şort û tîshortên teng li xwe kirina zilaman hat qedexe kirin

Di çend rojên borî de li Îranê projeyasayekî hate pejirandin ku zilam jî êdî nikarin şort û tîshortên teng li xwe bikin û berbikin.

Berpirsê navenda Jîn û Civak Ebulfezil Îqbalî di bernameyekî televîzyona Îranê de ragehand, li gor yasaya Hîcab ango rûserî û Îfaf ku vê dawiyê li Parlamentoya Îranê hatiye pejirandin, ew zilamên ku cilê ne guncaw li ber xwe kiribe, dê cezayê pare bide.

Herwaha got, cezayê cilên rût û tezî yê li xwe kirina zilaman jî 6 heta 50 milyon tûmenê Îranê ye, ku dike 120 dolarê Amerîkî.

Îqbalî piştrast kir, ku ‘’Cilên ne guncaw’’ ji bo zilaman jî ew e, ango şort û tîshortên teng berkirine, eger zilam şortekî li xwe kiribin ku teşk û bin çoka wan bi awayekî rût û tezî diyar be dê bên ceza kirin.  

 

Basnews

Top