• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiye Efrînê topbaran dike

Gulan Media October 26, 2023 Nûçe
Tirkiye Efrînê topbaran dike

Tora Çalakên Efrînê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê herêma navbera gundên Aqîbê û Bênê yên nahiyeya Şêrawayê bi 7 topan, topbaran kir.

Artêşa Tirkiyeyê herêma navbera gundên Aqîbê û Ziyareyê yên Şêrawaya Efrînê jî herî kêm bi 30 topî topbaran kir.

Heta niha li ser encama ziyanên wan topbaranana ti agahî nehatine belavkirin.

Li aliyê din, Tirkiyeyê şeva borî Eyn Îsa topbaran kiribû û di topbaranê de kesek birîndar bûbû.

Herwiha ji ber vê topbaranê li gelek gundên Girê Spiyê kareba hatibû birîn.

 

Rudaw

Top