• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir

Gulan Media October 26, 2023 Nûçe
Serok Barzanî        peyamekî serxweşiyê belav kir

 Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawiyê ya nivîskarê Urdinî û parêzvanê dilsoz ê gelê Kurdistanê Salih Qellab, sersaxî li Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem û malbata Salih Qellab kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Cotmeha 2023an peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, “Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Urdinî Salih Qellab wergirt, ku dostekî min ê nêzîk û parêzvanekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bû.”

Serok Barzanî fi peyama xwe de got: “Ez sersaxiyê li birayê xwe birêz Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem û malbata xwedêjêrazî Salih Qellab re dikim.”

Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Ereb û wezîrê berê yê ragihand û rewşenbîrî yê Urdinê Salih Qellab îro 25ê Cotmeha 2023an di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kiribû.

 

Basnews

Top