• Tuesday, 17 February 2026
logo

ROJAVA – Êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin

Gulan Media October 26, 2023 Nûçe
ROJAVA – Êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin

 Li gundewarê bajarokê Til Koçerê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, êrişî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê hat kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, ev êriş şeva borî pêk hatiye û di êrişê de hêzên Amerîkayî û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatine armanckirin.

Li aliyê din, baregeha ku hatiye mûşekbarankirin li gundê Xirab El-Cîrê (Til Hecer) yê bajarokê Til Koçerê ye.

Li gorî agahiyan, di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.

Hat ragihandin ku grûpeke ser bi Îranê ve ya bi navê “El-Muqaweme El-Îslamiye”yê ew êriş li xwe girt.

Di 6 rojan de 7 êriş

Demên dawiyê gelek caran êrişî baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

24ê vê mehê jî baregeha Amerîkayê ya li bajarokê Şedadê yê Hesekê ji aliyê grûpên ser bi Îranê ve hat armancgirtin û teqandin.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), grûpên ser bi Îranê ve, di 6 rojên borî de 7 caran êrişî baregehên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.

 

Rudaw

Top