• Tuesday, 17 February 2026
logo

ÎRAN - 62 meh cezayê girtîgehê li mamosteya Kurdî Mujgan Kawusiyê hat birîn

Gulan Media October 25, 2023 Nûçe
ÎRAN - 62 meh cezayê girtîgehê li mamosteya Kurdî Mujgan Kawusiyê hat birîn

Dadgeha Îranê, 62 meh cezayê girtîgehê da mamosteya zimanê Kurdî Mujgan Kawûsiyê.

Mujgan Kawusiyê îro, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dadgeha bilin a Îranê 62 meh û rojek cezayê girtîgehê lê biriye.

Dadgeha Îranê, bi hincetên wekî “xirakirina ewlehiya welat” 39 meh, “bêrêziya li rêberê Komara Îslamî ya Îranê”15 meh û “propagandaya li dijî hikûmetê” 8 meh, bi tevahî 62 meh ceza li Mujgan Kawûsiyê birî.

Li gorî yasaya Îranê, eger tometbar di dozekê de ji gelek sûcan ceza bigire, dê cezayê herî giran lê bê birîn.

Herwiha ji bilî cezayê hatiye birîn, 3 meh 15 roj cezayê girtîgehê yê sala borî jî li serê hat zêdekirin.

Mujgan Kawûsî berî niha jî bi heman hincetan hatibû cezakirin.

Mamosteya zimanê Kurdî, lêkolîner, nivîskar û çalakvana Kurd Mujgan Kawûsî, ji bajarê Kelardeştê yê parêzgeha Mazenderanê ye.

Mujgan Kawûsî, di xwepêşandanên sala 2019an de hatibû girtin û 76 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Di destpêka sala 2022yan de hat berdan û dubare di Îlona 2022yan li avahiya xwe ya li Mazenderanê ye hat girtin.

Mamosteya Zimanê Kurdî, vê carê jî ji ber heman hêncetên wekî “bêrêziyê li rêberê Komara Îslamî ya Îranê kiriye” û “propagandaya li dijî hikûmetê kiriye”, 62 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.

Mujgan, piştî ku 3 milyar tumen kefaret da serbest hatibû berdan.

 

Rudaw

Top