Di encama êrîşan de zêdetirî 20 leşkerên Amerîkî li Iraq û Sûriyê birîndar bûne
Reutersê ragihand ku zêdetirî 20 leşkerên Amerîkî di êrîşên li ser bingehên Amerîkî yên li Iraq û Sûrîyê de birîndar bûne.
Di nûçeyekê de Reutersê ragihandiye herî kêm 25 serbazên Amerîkî di êrîşên firokên bê firokevan de li ser bingehên serbazî yên Amerîkî li Iraq û Sûrîyayê hefteya borî birîndar bûn,
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) êrîş piştrast kir, lê negot çend birîndar hene.
Di 18ê Mijdarê de, êrîşa herî mezin li ser bingeheke Amerîkî li Sûriyê 20 leşkerên Amerîkî birîndar bûn.
Basnews
