• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkmenên Kurdistanê daxwaza zêdekirina kursiyên xwe dikin

Gulan Media October 24, 2023 Nûçe
Tirkmenên Kurdistanê daxwaza zêdekirina kursiyên xwe dikin

Îro li bajarê Hewlêrê civîneke berfireh a aliyên siyasî yên Tirkmenan birêve çû û hat ragehandin armanca civînê berevanî kirine li sîstema kota ya li Herêma Kurdistanê ye.

Piştî civînê Muna Qehweçî ku serpereştiya civînê dikir, di beyanameyekî hevbeş de rijdbûna Tirkmenan a li ser hiştina kursiyên kota yên Tirkmenan bilêv kir û nehiştina wan kursiyane wek nehiştina Tirkmenan pênase kir.

Li gor heman beyanameyê 6 xal wek daxwazên Tirkmenan ji aliyên pêwendîdar û Netewên Yekbûyî aşkar kirin, ku bikarin berevaniyê li mafên Tirkmenên Kurdistanê bikin.

Top