Li Meksîkayê di êrîşeke li hember polîs de 13 kes mirin
Li eyaleta Guerrero ya Meksîkayê êrîşkarên çekdar herî kêm 13 polîsên xwecihî kuştin û di nav kuştiyan de berpirsê ewlehiya xwecihî yê bajarokê Coyuca de Benitez jî heye.
Hat ragehandin li Meksîkayê di êrîşeke çekdarî de herî kêm 13 polîsan jiyana xwe ji dest dane û nav wan de berpirsek jî heye.
Li gor nûçeya Reutersê ku ji çavkaniyekî hikûmetê wergirtiye, li başûrê welat êrîşek pêkhatiye û çeteyên mafyayî ji bo rêya bazirganiya madeyên hişber bixin bin kontrola xwe rikberiyekî tund dikin. Rayedarê ku nexwast navê wî bê aşkera kirin diyar kir, di nav kesên ku hatiye kuştin de berpirsê polîsê xwecihî yê bajarokê Coyuca de Benitez jî heye.
Rayedarên eyaletê jî ragehandin dê li herêmê tevdîrên ewlehiyê bên bihêz kirin û derbarê hejmara kuştiyan de pir zêde agahî nedan.
Basnews
