• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi malbatên ‘şehîdên Mexmûrê’ re axivî

Gulan Media October 24, 2023 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bi malbatên ‘şehîdên Mexmûrê’ re axivî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi rêya telefonê bi malbatên şehîdên Mexmûrê re axivî.

Roja yekçemê saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derket.

Di encama vî şerî de 2 Pêşmerge şehîd ketibûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî “serxasî ji malbatên her du şehîdên Pêşmerge re xwest û dilsoziya û hevxemiya xwe anî ziman.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku “Xwedayê mezin rihê şehîdan şad bike û sebirê bide malbatên wan.”

Çi bûbû?

PKKyê hefteya borî li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçokê radestî artêşa Îraqê kirin.

Yekşama borî li ser van xalên kontrolê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer rû da.

Wezareta Pêşmergeyan dabû zanîn ku ev şer û pevçûnên li Mexmûre “xemnak” in û ji her du aliyan qurbanî hene.

 

Rudaw

Top