Nêçîrvan Barzanî li gel Emîndarê hevpeymaniya pêşkeftina nîştimanî civiya
Behsa rewşa Îraqê hate kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê hevpeymaniya pêşkeftina nîştimaniya Îraqê Cemal Elzarî kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyan hate kirin.
Her du alî li ser parastina aramî û ewlekariya Îraq û deverê hemfikir bûn û tekez li ser vê yekê kirin ku, nabe Îraq bikeve nava alozî û nakokiyên herêmî de.
