• Tuesday, 17 February 2026
logo

Balyozê Pakistanê xatir ji Serokê herêmê xwest

Gulan Media October 23, 2023 Nûçe
Balyozê Pakistanê xatir ji Serokê herêmê xwest

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Pakistanê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Pakistanê yê li Îraqê Ehmed Emced Elî kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê jiber hewldanên wî yên bo pêşde birina têkiliyên navbera Pakistan û Kurdistanê spasiya balyozê Pakistanê kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Li hember de jî balyozê Pakistanê spasiya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û hêviya pêşde birina zêdetir ya têkiliyên navbera Pakistan û Kurdistanê de xwest.

Nirxandina rewşa deverê mijareke din ya vê civîna han bû.

Top