Amerîka: Vê êrîşên ser hêzên me zêde bibin
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê huşdarî dide.
Duhê yekşem wezîrê derve yê Amerîkayê Lloyd Austin di hevpeyvîneke xwe ya li gel kanala ABC de behsa şerê navbera Îsraîl û Hemasê kiriye û ragihandiye ku, daxwaz ji Îsraîlê dikin di dema operasiyon û êrîşan de pêbendî zagonên taybet be.
Lloyd Austin di debarê êrîşên vê dawî yên li Îraqê yên li dijî hêzên Amerîkî jî diyar kiriye ku, Amerîka ji wan êrîşan dilgirane û Amerîka goman dike ku, di wan rojan de êrîşên han zêdetir bibin lewre Amerîka li deverê hêzên xwe xistiye amadebaşiyê û tedbîrên hewce jî hatine stendin û Amerîka berevanî ji hêzên xwe dike.
