Serokê herêmê û Konsulusê Amerîkayê civiyan
Behsa parastina hêzên hevpeymanan hate kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Mark Straw civiya.
Di civînê de behsa bûyer û pêşhatên dawî yên rewşa aloz ya deverê û êrîş kirine ser hêzên Amerîkî û hevpeymanan û hemahengiya ewlekarî ya di navbera Bexda û Hewlêrê hate kirin.
Her du alî digiraniya xwe ya li hember eger berfire bûna aloziyên heyî û bandorên wan li ser Rojhilata Navîn diyar kir û tekez li ser girîngiya parastina hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî li Îraq û herêma Kurdistanê kir.
Her di heman civînê de her du aliyan balkêşandine ser girîngiya hemahengiya hevbeş ya ewlekarî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo parastina ewlekariya deverê.
