• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir

Gulan Media October 23, 2023 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand ku Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir û li wê derê danûstandin li ser rewşa giştî ya Soranê kirin.

Îro roja Yekşemê, 22ê Cotmeha 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir û bi serperiştyarê wê îdareyê, Helgord Necîb, re li ser rewşa giştî ya sinorê Soranê danûstandin kirin.

Li destpêkê serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê kurtiyek li ser kar û pirojeyên sinorê Soranê di hemî waran de pêşkêş kir.

Paşî zêdebarî destxweşiyê li wan kar û xizmetên li sinorê wê deverê hatine kirin û tên kirin, Nêçîrvan Barzanî tekez li ser giringîdana bi pirojeyên jêrxaneyê bi rengekî giştî kir. Herwesa wî fer dît ku giringiyeke taybet bi warê geştiyariyê jî bê dan û derfetên weberhênanê ji bo kertê taybet li deverê bên peydakirin, ji bo ku bikarin bi rengekî çalak tevlî pêşxistina kertê geştiyariyê û kertên din bibin.

Di wê kombûnê de ku qaymeqamên sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê amade bûbûn, behsa rewşa sinoran û pêdivîtiyên deverê bi rengekî giştî hat kirin.

Top