• Tuesday, 17 February 2026
logo

Asayîşê têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media October 23, 2023 Nûçe
Asayîşê têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da: Kuştî û birîndar hene

Asayîşa Rojvayê Kurdistanê ragihand ku di teqîna li Qamişloyê de jinekê canê xwe ji dest da û mêrek jî birîndar bû.

Li nêzîkî Çerxeriya Quwetliyê ya li ser rêya Kornîşê ya bajarê Qamişloyê otomobîlk teqiyaye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiyê ya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî teqandina wê teqînê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

′′Îro piştî nîvro li bajarê Qamişlo otomobîleke (Hyundai Jeep) teqiya. Di encama teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û mêrek birîndar bû. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên asayişê cihê teqînê dorpêç kiriye û ji bo jiyana welatiyan biparêzin ew dûrî wir xistin.

Hêzên Ewlehiyê ya Navxwe diyar kir ku piştî vemirandina agir hat dîtin ku hîn jî mayîneke neteqiyayî di otomobîlê de ye.

Hêzên asayişî lêpirsîn da destpêkirin, da ku kesên bûne bûne sedema wê teqînê bigirin.

 

K24

Top