Li Qamîşlo teqînek çê bû
Tirimbîlek li navenda bajêr teqiyaye.
Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li Qamîşloyê dane, kêliyek beriya niha tirimbîlek li navenda bajarê Qamîşlo teqiyaye.
Heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn û derbarê zirarên teqînê de jî ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
li gor zaniyariyên herî dawî ev teqîn di encama êrîşeke asmanî ya dronên Tirkiyeyê de pêk hatiye û di encam de kesek canê xwe ji dest daye û keseke din jî birîndar bûye.
