• Tuesday, 17 February 2026
logo

Reuters: 3 mûşekên Katyûşa li baregeha Eyn El-Esed ketin

Gulan Media October 22, 2023 Nûçe
Reuters: 3 mûşekên Katyûşa li baregeha Eyn El-Esed ketin

Baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed a hêzên Amerîkî lê ne, bi 3 mûşekên Katyûşa hat armanckirin.

Ajansa “Reuters” belav kir, îro Yekşemê 3 mûşekên Katyûşa li baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbarê ketin.

Wê ajansê li ser zarê 2 jêderên leşkerî ragihand, dengê teqînekê di nava baregeha Eyn El-Esed de hatiye bihîstin.

Heta niha Hejmara ziyanên êrîşa li ser baregeha Eyn El-Esed nehatiye eşkerekirin û ti girûpê berpirsyariya wê êrîşê negirtiye ser xwe.

Ev êrîşa çaremîn e di nav du hefteyan de li ser hêzên Amerîkî li parêzgeha Eyn Esed tê kirin, ya dawî jî bi riya du dronan hatibû kirin.

Baregeha Eyn El-Esed mezintirîn baregeha leşkerî li Iraqê ye. Ji dawiya sala 2014an ve, hêzên Amerîkî lê ne û rola wan a sereke perwerdekirina hêzên Iraqî ye.

Ev yek di demekê de ye, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) îro ragihand, li hember êrişên vê dawiyê yên li ser hêzên Amerîkayê, ew ê sîstema berevaniya asmanî bişîne Rojhilata Navîn.

 

K24

 

Top