Li Amerîkayê Seroka Perestgehekî navdar a Cihûyan hat kuştin
Li eyaleta Michigan a Amerîkayê termê jineke cihû ya bi kêrê hatî parçe kirin hate dîtin.
Îro 22.10.2023yê termê Samantha Woll ku jineke temen 40 salî bû û seroka yek ji perestgehekî bi navdar a cihûyan bû li eyaleta Michigan a Amerîkayê û ew jin a karmendê olî termê wê derveyî mala wê hate dîtin.
Polîs jî vê derbarê de ragehand, heta naha tişta ku diyar Samantha ji aliyê grubek ji kesên nayên nasîn ve bi kêrê hatiye kuştin.
Samantha Woll heman demê de damezrênerê forma Musilman û Cihûyên Detroitê bûye ku rêxistineke ji bo pêwendiyên baştir di navbera Musilman û Cihûyan de bên ava kirin hatibû damezrandin.
Basnews
