Ew du jinên rojnamevan ên ku yekem car wêneyê Jîna Emînî belav kirin, 25 sal cezayê zîndanê dan wan
Ew du jinên rojnamevanên Îranî yên yekem car wêneyên Jîna Emînî û çîroka wê li nexwaşxaneyê belav kirin, cezayê 25 sal girtîgehê ji wan re hat dayîn. .
Îro 22.10.2023yê Saziya Dadweriya Îranê belav kir, rojnamevana rojnameya ‘’Hem Mîhen’’ Îlahe Mihemed û rojnamevana rojnameya ‘’Şerq’’ Nîlufer Hamîdî ku herdu li girtîgeha Evîn a Tehranê ne, ji aliyê saziya Dadweriya Îranê ve cezayê 25 sal zîndanê ji wan re hatiye dayîn.
Nîlufer Hamîdî ji aliyê baskê 15ê yê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi tometa hewkariya li gel Amerîkayê bi 7 sal cezayê zîndanê û bi tometa hewldana dijî asayîşa welat jî 5 sa û bi tometa propaganda dijî Komara Îslamî ya Îranê jî yek sal cezayê zîndanê jê re hate dayîn.
Herwaha Îlahe Mihemedî jî bi tometa hevkariya li gel Amerîkayê 6 sal cezayê zîndanê û bi tometa kombûna li dijî asayîşa welat 5 sal cezayê zîndanê, propaganda dijî Komara Îslamî ya Îranê jî salek cezayê zîndanê jê re hate dayîn.
Balkêşe ji bo wan herdu rojnamevanan cezayê du sal jî qedexeya li endamtiya partî, rêxistin, grubên siyasî û çalakiyên sosyal medyayê jî hatiye dayîn.
Yekem car Nîlufer Hamîdî wêneyê Jîna Emînî li nexwaşxaneyê û çîroka birîndarbûna wê li rojnameya Şerq belav kir. Herwaha Îlahe Mihemedî jî roja termê Jîna Emînî hat veşartin li Seqizê raportek amade kir û belav kir. Wan herdu rojnamevane ji destpêka xwepêşandanên sala borî yên li Îranê, hatin girtin û ew ji bo girtîgeha Evîn hatin veguhestin û heta naha jî li wê girtîgehê ne.
Basnews
