Qaanî li Sûriyeyê ye û komên çekdar xistiye amadebaşiyê
Îsraîl jî jiber wî êrîşî ser Sûriyeyê kiriye.
Li gor çapemeniya Îsraîlî duhê zaniyarî gehêştine destê Îsraîlê ku, Fermandarê spaha Qudis ya Îranê Îsmaîl Qaanî bi dizî çûye Sûriyeyê û li gel fermandaên çekdarên hizbulah û komên din yên ser bi Îranê civiyaye.
Çapemeniya Îsraîlî bi taybetî i24 diyar kiriye ku, Qaanî ferman bi hizbulah û komên din yên çekdar kiriye xwe bo şerê dijî Îsraîlê amade bikin û xwe li ser sînorên navbera Sûriye û Îsraîlê bicîh bikin.
Jiber vê pêngava Îranê îro danê sibê Îsraîl bi awayeke dijwar êrîşî ser balefirgehên Heleb û Dîmeşqê kir û her du balefirgeh ji kar hatin avêtin.
