• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hemwelatî dê di demek nêzîk de, hest bi guhertinên bilez bikin

Gulan Media October 22, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hemwelatî dê di demek nêzîk de, hest bi guhertinên bilez bikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, avakirina sîstemeke bankî ya bihêz, armanca sereke ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Pêwîstiya bankeyên taybet jî bi çi hebe, ji wan re peyda dikin.

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îro 21ê Cotmehê konferansa salane ya Banka Iraqî li Herêma Kurdistana tê kirin. Serokê Banka Navendî Elî El-Allaq û hejmarek berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal beşdarî konferansê dibin.

Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî gotarek di konferansê de pêşkêş kir û tê de ragihand, ev konferans ji bo gotûbêjkirina sîstema bankî û geşepêdana xizmetguzariyên bankî yên bankên sektora taybet gelekî giring e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ji bo rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê, çaksazîkirin, pêşxistin û aktîvkirina sektora bankî pêwîstiyeke bilez e, ji bo bidestxistina geşepêdana aborî.

Herwaha diyar kir: “Çêkirina sîstemeke bankî ya bihêz, bibandor û çalak, armanceke girîng a Kabîneya Nehemîn bûye, ji ber wê jî emê kar li ser çaksaziya sîstema bankî bikin û jêrxaneke nûjen û bihêz ji bo aboriya Herêma xwe ava bikin.”

Serokê Hikûmetê derbarê plana hikûmetê ya derbarê çaksaziya di sektora taybet de diyar kir, di heyama 2 salên bê de, xanenişînên Herêma Kurdistanê dikarin di rojeke diyarkirî de, mûçeyên xwe ji hesabên xwe yên bankî werbigirin.

Barzanî ragehand: “Kesên qerzên biçûk dixwazin jî, dê pêvajoyek hêsantir bê kirin. Welatiyên li hundir û derveyî welat ên ku dixwazin ji xizm û malbatên xwe re pereyan bişînin, dikarin ji vê sîstemê sûdê werbigirin.

Herwiha got: “Heta dawiya îsal bi hezaran karmendên sektora giştî dê di çarçoveya projeya Hejmara Min de bên tomarkirin û ji bo wergirtina mûçeyê xwe jî, dê hesabên bankî li bankên taybet ji wan re bên vekirin.”

Serokwezîr Mesrûr amaje bi wê yekê kir: “Em pêbend in ku heta dawiya sala bê, milyonek karmend hesabên wan ên bankî hebin û em vê bernameyê bileztir dikin.”

Herwaha diyar kir: “Em bang li bankayan jî dikin ku şaxên xwe li seranserê Kurdistanê zêde bikin. Herwiha em kar dikin ku makîneyên peredana elektronîkî li piraniya bazarên Kurdistanê peyda bibin.”

Serokê Hikûmetê ragehand: “Em ê her alîkariyên pêwîst pêşkêşî bankên taybet bikin, da ku karûbarên wan baştir û bileztir bikin. Diyar kir jî: “Heta niha me di projeya Hejmara Min de, 5 bankên sektora taybet hilbijartine. Bi hêvî ne di paşerojê de bankên din jî bibin beşek ji vê projeyê.”

Barzanî got: “Hemwelatî dê di demek nêzîk de, hest bi guhertinên bilez bikin; wek mînak, ji bo kirîna xwarin û sotemeniyê dikirin ku bi hêsanî kartên krediyê û karûbarên xwe bikar bînin. Xwediyên kar jî jî dikarin ji derfetên e-bazirganiyê sûd werbigirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokê Banka Navendî ya Iraqê Elî Allaq û tîma wî û Serokwezîrê Federal Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku di warên çaksaziya bankî û birêvebirina xezîneyê de hevahengî û alîkarî kirine.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de diyar kir, di civak û welatên pêşketî de hebûna sîstemeke bankî ya pêşketî û çalak, yek ji pêwîstiyên bingehîn ên jiyana rojane ya mirovan e. Di heman demê de, sîstemeke bankî ya nûjen û bihêz, alîkareke bihêz e ji bo geşepêdana aborî û xizmetên darayî ji karsaz û sermayedaran re peyda dike.

Serokê Hikûmetê ragehand: “Ji ber nearamiya siyasî ya van salên dawî, Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi proseyeke berfireh a avadankirinê û avakirina jêrxana aborî di hemû waran de heye. Ji bo vê mebestê jî hebûna sîstemeke bankî ya çalak û pêşkeftî, faktoreke sereke ye ku em bikarin proseya çaksazî û geşbûnê bidomînin.”

 

Basnews

Top