• Tuesday, 17 February 2026
logo

PKKê li Rojavayê Kurdistanê 2 keçên zarok direvîne û merivên wan daxwaza azad kirina wan dikin

Gulan Media October 22, 2023 Nûçe
PKKê li Rojavayê Kurdistanê 2 keçên zarok direvîne û merivên wan daxwaza azad kirina wan dikin

Malbata wan herdu keçên revandî yên ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)ê ve ku rêxistina jinan a PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê ye, daxwaza azadkirina wan herdu keçan dike.

Malbata wan herdu keçan a ji aliyê YPJê ve li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê hatine revandin bi rêya BasNewsê ve daxwaz ji rêxistinên mafê mirovan dikin, givaşê li ser PKKê bikin û wan herdu keçên wan azad bikin û bigehînin nav kesûkarên wan.

Nûredîn Xaşo ku mam û xalê wan herdu keçane, ji BasNewsê re ragehand: ‘’SÎmêl Zêdan Îsmaîl temenê wê 14 sale û keça xwîşka min e. Mîraf Ednan Xaşo jî temenê wê 15 saliye û keça birayê min e. herdu roja sêşemê ji bo kirîna tiştan çûn bazarê, piştî çend demjimêran YPJê pêwendî bi malbatê ve kiriye ku ew du keç li gel wan in û li dû wan negerin.

Herwaha got: ‘’ji bo dîtina wan li hemû derî û binkeyekî sivîl û leşkerî me serlêdan kir û me zanyarî wergirt ku Sîmêl di rewşeke perîşan de ye û digrî û dixwazê wî bigehînin malbata wê, lê YPJ wê yekê red dike ku azad bikin û bidin malbatê.

Nûredîn Xaşo got: ‘’Piştî hewldanekî zêde ya bi rêya ofîsa HSDê ve, me karî hevdîtinekî li gel YPJê bikin, ku em Sîmêl û Mîraf bibînin û nîşanên tirs û xofê di rûyê wan de diyar bû.

Herwaha got: Sîmêl û Mîraf dibe ku di bin gefê de bin, ji ber ku reftarên wan ne xwazayî bû û dawiyê de jî red kirin ku vegerin malê.

Nûredîn Xaşo diyar kir: Sîmêl û Mîraf xwandevan in û herdu jî pola yazdem dixwînin, xizmeta bapîr û dapîra xwe yên pîr dikin û temenê wan yê hindê nîne ku biçin nav rêxistinekî siyasî û çekdar. Lê reftarên wan yekîneyan berevajî sozên HSDê yên daye Netewên Yekbûyî ye.

Xaşo daxwaz ji rêxistinên mafê mirov û hemû hêz û aliyên çalakvan ên Kurdistanê kir, fişar bikin ser YPJê bo ku wan du keçan azad bikin û vegerînin nav malbatên wan.

Parêzer û nivîskar Husên Çelebî jî vê derbarê de di rûpela xwe ya facebookê de nivîsand: ‘’Ev bersiva erdheja PKK û baskê wê yê HSDê ye bo bombebaranên vê dawiyê yên Tirkiyê, bi taybet piştî bombebarana bû sedemê kuştina 30 ciwanên kurd li gundên Dêrîkê.’’

Herwaha nivîsand: Bi rastî General Mezlûm Ebdî û Nûrî Kezab soza bersivdana wê bombebaranê dan û soza xwe gehandin cîh, waye ew du keçên zarok li Qamişlo revandin û bi zorê kirin çekdarên xwe.

 

Basnews

Top