• Tuesday, 17 February 2026
logo

HSD: Me bersifa êrîşên Tirkiyeyê da

Gulan Media October 21, 2023 Nûçe
HSD: Me bersifa êrîşên Tirkiyeyê da

 

Li Til Temerê êrîşî ser hêzên Tirkî hatiye kirin.

Li gor nûçeyeke çapemeniya nêzî HSD duhê hêzên wan li Til Temerê êrîşî ser çend navendên leşkerî yên Tirkiyeyê kirine.

Fermandariya HSD diyar kiriye ku, duhê li Til Temerê weke bersifa êrîşên Tirkiyeyê, êrîşî ser navendên leşkerî yên hêzên Tirkiyeyê kirine.

HSD eşkere kiriye ku, zirarên mezin yên wan êrîşan hebûne.

Heta niha Tirkiye derbarê wan êrîşan de ti daxuyanî nedaye.

Weke tê zanîn ev demeke dirêje ku, Tirkiye bi rêya dronan êrîşî ser HSD û Rojavayê dike.

Top