• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ji ber gotina stranên Kurdî, 23 kes li Eskîşehîrê hatin binçavkirin

Gulan Media October 21, 2023 Nûçe
Ji ber gotina stranên Kurdî, 23 kes li Eskîşehîrê hatin binçavkirin

Li parêzgeha Eskîşehîrê ya Tirkiyeyê zêdeyî 20 kes ji ber ku stranên Kurdî gotine hatin binçavkirin.

Li herêma Kirac a parêzgeha Eskîşehîrê şeva borî hêzên ewlehiyê êrişî ser şehiyeke Kurdan kirin û 23 kes binçav kirin ku di ava wan de 2 hunermend hene.

Hat zanîn ku ew du hunermend û kesên din bi tohmeta ku stranên Kurdî gotine û propagandaya PKKê kirine, hatin binçav kirin.

Kesên hatin binçavkirin ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Eskîşehîrê hatine birin.

 

K24

Top