• Tuesday, 17 February 2026
logo

Jîna Emînî hêjayî xelata Sakarov hat dîtin

Gulan Media October 21, 2023 Nûçe
Jîna Emînî hêjayî xelata Sakarov hat dîtin

Roja 19.10.2023yê xelata mafê mirovan a Yekitiya Ewrupayê ku wek ‘’Xelata Sakarov’’ tê pênase kirin, hêjayî Jîna Emînî û tevgera Jin, Jiyan, Azadî hate dîtin.

Xelata Sakarov ku wek xelata azadiya raman û baweriyê tê naskirin, xelata herî bilind a salane ya Yekitiya Ewrupayê ye ji çalakvanên mafê mirov, an jî hin çalakiyên pêwendiya xwe bi mafê mirov re heyî re tê dayîn.

Xelata Sakarov bi awayê kaşe û 50 hezar Euro pare ye, ku îsal ji Jîna Emînî û tevgera Jin, Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re hat dayîn, lê heta naha diyar nîne dê kî yan jî kîjan grub û alî wê xelatê wergire.

Biryare merasîma xelatê roja 13.11.2023yê li bajarê Strasbourg a Fransayê birêve biçe.

Jîna Emînî keçeke temen 22 salî ya xelkê bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bû, roja 13.09.2023yê bi bahaneya serê xwe girênedaye û ti rûseriya wê tineye, ji aliyê polîsê exlaqê Îranê ve hate girtin û ji ber êşkencê piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest dabû û piştî wê jî nerazîbûneke mezin li Rojhilatê Kurdistan, Îran û cîhanê li dû xwe anî û ew serhildan û nerazîbûn bi dirûşmên Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê deng veda.

 

Basnews

Top