• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Wanê erdhej

Gulan Media October 21, 2023 Nûçe
Li Wanê     erdhej

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erhejekê bi hêza 4.0 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku demjimêr 08.05ê vê sibê li parêzgeha Wanê erhejeke bi hêza 4.0 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê erdhej 3 kîlometre dûrî navçeya Tuşbayê ya Wanê di nav Gola Wanê de çêbûye

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 13 kîlometre bûye.

Derbarê zerer û ziyanênên erdhejê de heta niha ti daxuyaniyek nehatiye belav kirin.

Parêzgeha Wanê li ser hêla erdhejê ye û di 2 erdhejên sala  2011an de 644 kesan canê xwe ji dest dabû û hezar û 966 kes jî birîndar bûbûn.

 

Rudaw

Top