Salvegera şeşemîn a destana Pirdê ye
Şeş sal berî naha dema çekdarên milîsên Iraqê bi çekên pêşketî û bi alîkariya grubeke navxweyî û welatên herêmî xwestin bi rêya Pirdê ve bigehin Hewlêr a paytext, lê li wê eniyê rastî berevaniyekî bihêz û bêhempa ya Pêşmerge hatin û bi sedan çekdar ji wan hat kuştin û gelek bi tundî hatin têkşikandin.
roja 20.10.2023yê ango salvegera şeşemîn a destana Pirdê ye, ku piştî êrîşa ser bajarê Kerkûkê ya 16ê cotmeha 2017ê ya ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ya bi alîkariya hêzeke navxweyî pêkhat, milîsên Iraqê ji Pirdê ve hewla êrîşa ser Hewlêrê dan, lê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wê rojê bersiva êrîşên li dû hev dan û hemû ew êrîş têkşikandin. Di wî destanî de tankeke Ambraz a Amerîkayê ku yek ji tankên herî bihêz ê cîhanê ye û Heşdî Şeibî li hember hêzên Pêşmerge bikartanî ku xwe bigehînin Herêma Kurdistanê. Lê ji aliyê Pêşmerge ve hat teqandin û di wî şerî de bi sedan çekdarên grubên wan milîsan hatin kuştin û destana Pirdê bi xwîna 6 Pêşmergeyên şehîd û hejmarek birîndaran ve hat tomar kirin.
Ew destana piştî xiyaneta 16ê cotmehê, bû moraleke bilind ji bo xelkê Kurdistanê û piştre hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li Sihêla jî gelek bi tundî êrîşên neyarên Kurdistanê têkşikandin.
Basnews
