• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dayikeke Qamişloyî: Ciwanên Şoreşger keça min a 14 salî bir

Gulan Media October 21, 2023 Nûçe
Dayikeke Qamişloyî: Ciwanên Şoreşger keça min a 14 salî bir

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke 14 salî “ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.”

Keça bi navê Salîn Xelîl a 14 salî wekî ku mlabata wê îdia dike ji aliyê ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.

Buşra Mihemed dayika Salîn Xelîlê beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku wan xwe gihandine hemû saziyên Rêveberiya Xweser lê ti alî ji wan re nebûne alîkar.

Buşra Mihemed ji Rûdawê re got, “Ciwanên şoreşger keça min Salîn Xelîl a 14 salî ji bo leşkeriyê birine. Ez ji Fermandariya HSDyê û Rêveberiya Xweser daxwaz dikim ku keça min vegerînin.”

Buşra Mihemed da zanîn ku 7ê Çiriya Pêşîn komeke ciwanên şoreşger keça wê ya yekane Salîn Xelîl birine û pê de çû:

“Me xwe gihand hemû saziyên li Rêveberiya Xweser lê ti alî bi me re nebûn alîkar. Ez ji Fermandariya HSDyê û Rêveberiya Xweser daxwaz dikim ku keça min li min vegerînin.”

 

Rudaw

Top