• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Frankfurtê beşdarî pêşangeha navdewletî ya pirtûkan bû

Gulan Media October 19, 2023 Hunerî
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Frankfurtê beşdarî pêşangeha navdewletî ya pirtûkan bû

Li bajarê Frankfurtê 75. Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan hat lidarxistin û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî pêşangehê bû û pirtûkên Wezareta Rewşenbîrî û Lawan çap kirine di pêşangehê de hatin nimayişkirin.

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Aryan Selahedîn beşdarî pêşangehê bû.

Ji zêdetirî 100 welatan 4 hezar û 500 weşanxane ji bo pêşangehê hatine vexwendin.

Di pêşangehê de çendîn nivîskarên kurd jî di rojên pêş de dê panelan hebin, ji wan Farmesk Mistefa û Taman Şakir.

 

Basnews

Top