Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê pêwendiyên aborî gotûbêj kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Japonyayê yê li Iraqê Futoshi Matsumoto li Hewlêrê qebûl kir.
Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Futoshi Matsumoto daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de berfirehtirkirina pêwendiyên Japonyayê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî de hat gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî û Futoshi Matsumoto tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e aramiya siyasî û ewlehiyê li Îraqê were parastin da ku zemîneke guncaw ji bo vegerhênana biyanî were çêkirin.
Herwiha her du aliyan, derfet û warên ku kompanyayên Japonî dikarin li Îraq û Herêma Kurdistanê kar bikin nirxandin.
Di hevdîtinê de ji bilî van mijaran, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pişka bûdceya Herêma Kurdistanê û mafên darayî û pêşhatên navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Rudaw
