Dr. Ferhad Kerkûkî: Dengên PDKê li Kerkûkê dê zêde bibin
Endamê beşa rêxistinê yê Kerkûk – Germiyan ê PDKê aşkera kir, hewldanên wan ên ji bo vegerandina binkeyê beşa rêxistinî yê Kerkûk – Germiyanê berdewame û aşkera kir ku dengên partiya wan li Kerkûkê dê zêde bibin.
Endamê beşa rêxistinî yê Kerkûk – Germiyan ê PDKê Dr. Ferhad Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî 16ê cotmeha 2017ê li parêzgeha Kerkûkê 150 peywir di dest kurdan de nemane û ji aliyên din re hatine dayîn. Bi taybet ewên ewlehiyê yên giringbûn û wek rêveberê polîsê Kerkûkê û rêveberê qeza û nahyeyan û rêveberê asayîş û rêveberê tekoşîna li hember madeyên hişber û rêveberê nahyeyên Rêdar, Şiwan, Leylan û Qerehencîr, hemû ji dest kurdan derketin û piraniya wan berpirsan ji kar hatin dûrxistin û erkên wan jî pişka PDKê bûn.’’
Herwaha aşkera kir: ‘’LI gor biryara dadgeha federal, PDK biryare binkeyên xwe werbigre û hewldaneke zêde heye ku PDK biçe bo Kerkûkê û binkeyên encûmena rêveberiyê wergire. Lê ew jî bê pirsgirêk nabe, ji ber berdewam plan li dijî PDKê hene û rêgiriyeke zêde li dijî PDKê tê kirin. Û got: ‘’Ji ber ku PDK dengê rasteqîn ê kurd û Kurdistanê ye û hêza yekem a rijde li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê ye. Ji ber wê jî pirsgirêkê ji bo vegera wê çêdikin.’’
Dr. Ferhad Kerkûkî got: ‘’PDK ji bo helbijartinên encûmena parêzgehan li benda bidestxistina hejmareke kursiyan a başe û bi piştrastî dengên PDKê zêde dibin.’’
Deşllêt: partî dîmukratî kurdistan bo hellbjardinî encumenî parêzgakan çawerrwanî kursîyekî başe ke bedestî bhênêt û be dillnyayyewe dengekanî partî zyad deken.
Basnews
