Amerîka bi fermî huşdarî da Îranê
Dibêje Amerîka raste rast êrîşî ser Îranê dike.
Duhê hikûmeta Amerîkayê careke din huşdarî da Îranê û ragihand ku, nabe Îran beşdarî di şerê navbera Îsraîl û Hemasê de bike.
Di vê derbarê de çapemeniya Amerîkî diyar kiriye ku, duhê Amerîka bi rêya nunerê xwe yê li Netewên Yekgirtî bi fermî huşdarî daye Îranê û nameyek daye nunerê hertimî yê Îranê li NY û gotiye eger Îran beşdarî di şerê navbera Îsraîl û Hemasê de bike vê demê Amerîka jî raste rast beşdarî şer dibe û bi tundî êrîşî ser Îranê dike.
Weke tê zanîn beriya çend rojan Îran gef li Îsraîlê kiribû ku, eger şer ranewestîne vê êrîşî ser Îsraîlê bike.
