• Tuesday, 17 February 2026
logo

Lîreya Tirkî herifî

Gulan Media October 18, 2023 Nûçe
Lîreya Tirkî herifî

Îro dîsa buhayê dolar gelekî bilind bû.

Lîreya Tirkî ku, bi berdewamî buhayê xwe ji dest dide, îro jî dema vekirina bazar û burseyan dîsa bi awayeke berçav li hember diravên biyanî buhayê xwe ji dest da.

Rixmî hewldanên hikûmeta Tirkiyeyê yên bo pêşî girtin ji bilind bûna buhayê dolar lî îro buhayê 1 dolarê Amerîkî gehêşte 28 lîreyên Tirkî û ev di demekê deye ku, duhê 1 dolar 27 lîre û 70 qirûş bû.

Herwiha euro jî li hember lîreya Tirkî buha bûye û niha 1 euro 29 lîre û 70 qirûşe.

 

Basnews

Top