• Tuesday, 17 February 2026
logo

‘’Amadekarî tên kirin ku ji Çiyayê Şingalê ve mûşek bavêjin Îsraîlê’’

Gulan Media October 18, 2023 Nûçe
‘’Amadekarî tên kirin ku ji Çiyayê Şingalê ve mûşek bavêjin Îsraîlê’’

 Peyamnêrê herdu kanalên El Erebiye û El Hedes aşkera kir, amadekarî tên kirin ku ji Çiyayê Şingalê ve êrîşî Îsraîlê bê kirin.

Peyamnêrê kanalên El Erebiye û El Hedes Ehmed Hemdanî di tora xww ya fermî ya civakî facebookê de ragehand, generalên pasdarên Îranê û li ser hemûyan re jî fermandarê firqeyaa Hemze Seîd El Şuheda Serdar Mihemed Ehmedî li qadê çavdêriya amadekariyên wan mûşekan dikin ku şandine ji bo Şingalê.

Herwaha diyar kir ku navê mûşekan li cureya ‘’Mihendis 1’’ e û zêdetirî hezar kîlometreyan diçe.

Li gor wî rojnamevanî aşkera kiriye, amadekarî ji bo binkeyên mûşekan hatiye kirin û wek senaryoya 1991ê dema ku Sedam Husên li heman cîhê li Şingalê 39 mûşek avêtin bajarê Tel Avîv a Îsraîlê amadekarî wekî wê demê tên kirin.

Li gor gotinên Hemdanî çend roj berî naha Serdar Mihemed Ehmedî geheştiye bajarê Silêmaniyê, berî biçe Şingalê û pêşbînî tê kirin ku eniyekî nû li dijî Îsraîlê li Şingalê bê vekirin, eger di rewşeke ku tankên Îsraîlê ji bejayî ve bikevin Xeze û li hember wê amadekariyê wê eniyê tê kirin.

Balkêşe li Şingal û Çiyayê Şingalê PKK û milîsên Heşdî Şeibî lê desthilatdar in.  

 

Basnews

Top