• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr û balyozê Beljîkayê civiyan

Gulan Media October 18, 2023 Nûçe
Serokwezîr û balyozê Beljîkayê civiyan

Behsa kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê hate kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Beljîkayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokewzîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Beljîkayê li Îraq û Urdinê birêz Sergei Diction kir.

Jiber destbikar bûna wî me pîrozbayî li balyoz kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Her di heman civînê de me giftûgo derbarê pêşhat û geşedanên Îraq, deverê û girîngiya çareser kirina kêşeyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û pêşde birina têkiliyên Beljîka û herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî de kir.

Mijareke din ya giftûgoya me taybet bû bi pêdivî bûna cîhbicîh kirina rêkeftinnameya Şingal û normal kirina rewşa deverê û vegerandina awareyan bo cîhên xwe.

Top