Ji Ehmed Kanî bo Westa Resûl: Xiyanet ji vê zêdetir çiye? We çeperên xwe vala kirin
Îro 16.10.2023yê di salvegera xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê de endamê rêveberiya YNKê Westa Resûl ji çapemeniya nêzîk partiya xwe de bangeşeya wê yekê kir ku di 16ê cotmehê de 75 çekdarên Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê hatin kuştin û xwedê girawî wan şerê çend dewletan kiriye.
Li hember wan gotinên Westa Resûl endamê Komîteya Navendî ya PDKê Ehmed Kanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew gotin ti yek ji wan jî rast nîn in. Wan bi ti awayekî beşek ji Pêşmergeyên xwe ji rêkeftina li gel dijmin agahdar jî nekiribûn. Ji ber wê jî beşek ji Pêşmergeyên Kak Kosret Resûl şehîd bûn. Eger naha tu ji Pêşmergeyên Kak Kosret bipirsî, çima hevalên we şehîd bûn, dê ji we re bibêjin sedem çiye. Wan xiyanet li Pêşmergeyên xwe jî kir, çeperên xwe yên pêş vala kirin û agahdar nekirin. Ma xiyanet ji vê zêdetir çiye û çawa ye?’’
Ehmed Kanî got: ‘’Gotinên Kak Kosret belgeyên îspat kirinê ne, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê ew gotin kirin û got grubekî kalfam (nefam) bûn sedem ku em Kerkûkê ji dest bidin.’’
Ehmed Kanî diyar kir: ‘’Xiyaneta 16ê cotmehê gelek ronî ye û ti bahaneyek jî bo wê nayê girtin. Sê roj berî wê hêzên xwe vekêşandin, dema ji wan hat pirs kirin we çima wisa kiriye, gotin ev taktîk e û ji bo berevaniyê ye. Bi vîdeo naha jî hemû hene, ku kesekî tirkmen tê bo gel Pêşmergeyan û ji wan re dibêje, (Em li gel rêveberiya we rêkeftine, vê derê vala bikin û tiştên xwe hemûyan bibin). Dema hêzên YNKê xwe vedikşînin, ew xelkê ku berevaniyê dike, ji wan re dibêje eybe û şerme hûn çima direvin û çekên xwe ji bo me bicîh bihêlin, ku em bikarin berevaniyê li xwe bikin.’’
Ehmed Kanî got, 16ê cotmehê rojekî reş û xiyanetekî mezin bû, derbeyekî mezin bû li menewiyata xelkê Kurdistanê dan.
Basnews
