Rojhilatê Kurdistanê – Jineke ciwan bi destê bav û mam û hevjînê xwe ve hat kuştin
Jineke ciwan li Rojhilatê Kurdistanê, ku dayîka 2 zarokan bû, bi destê bav û mam û hevjînê xwe bi awayekî hovane hate kuştin.
Rêxistina Hengaw a Mafê Mirovan ragehand, roja 14.10.2023yê jineke ciwan a bi navê Trûske Ebdulzade ya temen 21 salî ya xelkê gundê Kasekeran û rûniştvanê bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hevjîn û bav û mamê xwe ku heman demê de mamê wê xezûrê wê ye, bi awayekî hovane hate kuştin.
Hat ragehandin ew jine ku dayîka du zarokên biçûke, di bin temenê 18 saliyê de berê ji aliyê malbata xwe ve hatiye naçar kirin ku bi kurmamê xwe re bizewice û bi zorê jiyana hevbeş li gel kurmamê xwe pêkaniye.
Herwaha hat ragehandin, Trûske Ebdulzade piştî ku hestpê kiriye ku metirsiya canî li ser e, ji pencereyekî odeya mala xwe ve xwe avêtiye xwarê, lê xezûrê wê yê bi navê Mistefa û hevjînê wê yê bi navê Rehman û bavê wê yê bi navê Hacî ew birine mala mameke wê yê din ê bi navê M.Ê. û li wê derê bi awayekî hovane dest, ling, ser, stû û hemû rûyê wê şikandine û nav xwînê de hiştine û piştre jî helawîstine heta ku miriye.
Bavê wê jina ciwan piştî kuştina keça xwe, li xwe mukir hatiye ku li gel bira û birazayê xwe ew kuştine û berpirsyartî jî qebûl kiriye.
Basnews
