Grubeke din a Heşdî Şeibî amadeyiya xwe ji bo şerê dijî Îsraîl û Amerîka ragehand
Îro gruba Seyid El Şuheda ku yek ji gruba çekdar a ser bi Heşdî Şeibî ye, amadebûna xwe ji bo beşdarî kirina şerê dijî Îsraîl û Amerîka ragehand.
Berdevkê wê gruba çekdar Kazim Fertusî di daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Em amadebûna xwe radigehînin bo çûna nav şerê dijî Îsraîlê û ev ne tenê mijarekî çapemenî û gotin nîne, kiryarî ye û em amadene ji bo wî şerê çarenivîssaz ê netewa îslamî.’’
Herwaha got: ‘’Beşdarî kirina grubên çekdarî yên Iraqê li ser du bingehane, ya yekem pêwîstiya berxwedana Filîstînê bo aliyên Iraqî û em amadene bo cîhbicîh kirina vê bangeşeyê û ya din jî beşdarî kirina rasterast a Amerîkayê ya di vî şerî de ye, ji bo wê jî dîsa em amadene rasterast beşdar bibin û çavdêriya hemû bûyer û pêşketinan bikin.’’
Berî naha jî sekreterê gruba çekdarî ya Hizbullah a Iraqê Ebu Husên Hemîdawî di daxuyaniyekî çapemeniyê de gotibû: ‘’Erkê me yê rewa ye û hebûna me di meydana şer de pêwîste û giringe, ji bo ku em xwe ji xirabiya dijminên xwe rizgar bikin.’’
Basnews
