Derhênerekî navdar ê Îranî û hevjîna wî di mala xwe de serjêkirî hatin dîtin
Derhênerekî navdarê Îranî li gel hevjîna xwe li vîlla ya xwe de bi kêrê û bi awayekî hovane serjêkirî hatin dîtin.
Îro 15.10.2023yê termê derhênerekî navdarê Îranî yê bi navê Darîuş Mêhricûî û hevjîna wî ya bi navê Wehîde Mihemedîfer bi serjêkirî li vîlla ya xwe de hatin dîtin.
Vê derbarê de polîs ragehand: Keça wan herdu kesane dema ku serdana mala bavê xwe dike, zaniye ku dayîk û bavê wê hatine kuştin û demildest telefonê ji bo polîs dike û piştî geheştina polîs lêkolîn destpê kiriye.
Çapemeniya Îranê behsa wê yekê jî kir ku ew derhêner û hevjîna wî ji aliyê kesên nenas ve û bi awayekî hovane hatine serjêkirin û serê wê jinê bi temamî ji bedena wê hatiye jê kirin û dest û lingên wê jî şikandine.
Darîuş Mêhricûî yek ji derhênerê bi temen ê Îranê ye ku kariye gelek xelatên navnetewî bidest bixe û herwaha bi dehan xelatên navxwe yên Îranê jî bidest aniye.
Basnews
