• Tuesday, 17 February 2026
logo

Festîvala Rêya Çandê ya Surê li Amedê dest pê dike

Gulan Media October 14, 2023 Hunerî
Festîvala Rêya Çandê ya Surê li Amedê dest pê dike

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, Festîvala Rêya Çandê ya Surê îro dest pê dike û tê de çalakiyên cûda yên çand û hunerî tên lidarxistin.

Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyeyê li 11 bajarên cûda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê festîvalekê bi navê “Festîvalên Rêya Çandê ya Tirkiyeyê” daye destpêkirin.

Ev festival 100 rojan li 40 navçeyên cûda berdewam dike.

Yek ji wan festîvalan jî ku ya duyem e îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi navê “Festîvala Rêya Çandê ya Surê” dest pê dike.

Festîval 9 rojan berdewam dike û tê de çalakiyên cûda yên çandî û hunerî hene.

Di festîvalê de ji şano, heta konserên bi zimanên Ermenî, Kurdî û Tirkî gelek çalakiyên cûda tên lidarxistin.

Konser li Fîskya û Meydana Şêx Seîd tên dayîn.

Li aliyê din pêşangeheke hûnerî ya bi navê “Di Şopa Hunerê de Bajêr” tê vekirin û tê de dewlemendiyên hunerî yên Amedê tên nasandin.

 

Rudaw

Top