• Tuesday, 17 February 2026
logo

Elî Hesen yekemîn pirtûka xwe belav kir

Gulan Media October 14, 2023 Hunerî
Elî Hesen yekemîn pirtûka xwe belav kir

Elî Hesenê 20 salî yê ji Amûdê, yekemîn pirtûka xwe belav kir.

Li Rojavayê Kurdistanê di nava 12 salên derbasbûyî de, girîngiyeke mezin bi ziman û wêjeya Kurdî hatiye dayîn.

Li wê parçeya Kurdistanê bi zêdebûna nivîskaran re hejmara pirtûkên bi Kurdî jî zêde dibin.

Elî Hesen yekemîn pirtûka xwe belav kir û pirtûka wî behsa rewşa ciwanan û pirsgirêkên ciwanan dike.

Pirtûka Elî Hesen ji 256 rûpelan pêk tê û ew di pirtûka xwe de, balê dikşîne ser pirsgirêkên ciwanan, ên rewşa jiyanê, xwendin û hevaltiyê.

Elî Hesen diyar kir ku ji dema ew 15 salî bû, girîngî bi wêjeya Kurdî daye û 120 malikên helbestê bi Kurdî nivîsandiye, pirtûka wî jî bi Kurdî ye.

Elî Hesen niha li Zanîngeha Rojava beşa ragihandinê dixwîne.

 

Rudaw

Top