Li Diyarbekirê çalakiyek ji bo piştgiriya Filistînê hat kirin
Li Diyarbekirê ji aliyê saziyên sivîl ên Îslamî ve, çalakiyek ji bo piştgiriya Filistînê hat li darxistin, di çalakiyê de banga xwedîlêderketina xelkê Filistinê hat kirin û bang li dewletên Misilman hat kirin ku ne tenê bi daxuyaniyên şermezarkirinê, lê bi gavên şênber xwedî li Xezzeyê derkevin.
Dezgehên Saziyên Sivîl ên Îslamî yên Diyarbekirê li navçeya Sûrê, li ber Mizgefta Mezin a dîrokî piştî nimêja înê çalakiyek bo piştgiriya Filistînê lidar xistin. Di çalakiyê de diruşmeyên piştgiriyê ji Xezzeyê re hate kirin û daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Beşdarên çalakiyê amajekirin ku divê demildest dorpêça li ser Xezzeyê were rakirin û xelkê Xezzeyê yê ku di bin şert û mercên dijwar de dijîn, ji wê rewşê rizgar bibin.
Serokê Sendîkeya Fermanbaran a Şaxa Diyarbekirê Ramazan Tekdemîr ji K24ê re got: “Em dixwazin dorpêça ser xezzeyê were rakirin, bila zilma Îsraîlê ya li ser xelkê Filistînê bi dawî bibe. Em piştrgiriya xwe bo Filistînê radigihînin.”
Di daxuyaniyê de nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar jî beşdar bûn û siyasetmedaran amaje kirin ku divê hemû alema Îslamê li gorî derfetên xwe xwedî li Filistînê derbikevin û piştgirî ne tenê bi gotinan ve sînordar be.
Endamê Rêveberiya Navendî ya Partiya Saadetê got: “Em ji bo piştgriyê bidin xelkê Filistînê li vê derê ne. Em ji alema Îslamê, ji dewletên misilman û desthiladariyên wan dixwazin ku alîkariya Filistînê bikin û ew piştgirî jî ne tenê bi gotinan be.”
K24
