• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê arîkariyên mirovî dişîne Xezzeyê

Gulan Media October 13, 2023 Nûçe
Hikûmeta Iraqê arîkariyên mirovî dişîne Xezzeyê

 Serokwezîrê Iraqê biryar li ser şandina arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê da. Di eynî demê de Berdevkê Hikûmeta Îraqê amaje bi wê yekê kir ku gehandina wan arîkariyan dê bi hemahenigiya desthilatdarên Misirê be.

Îro roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ragehand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî biryar li ser şandina arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê da.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê herwesa amaje bi wê yekê kir, gehandina arîkariyên Iraqê ji bo Xezzeyê dê bi hemahengî û rêya desthilatdarên Misirê be.

Basim Ewadî di pareke din a gotinên xwe de behsa wê yekê kir, bi merema gehandina arîkariyan peywendî bi aliyê Misirî kiriye. Wî ron kir jî ku ew arîkarî ji pêdivîtiyên pizişkî û mirovî pêk tên, û ew bizavê dikin wan bi lez bigehînin Kertê Xezzeyê.

Li serê sibeha roja 7ê Cotmeha îsal, çekdarên Bizava Hemasê bi hevpariya Seraya Qudsê û komên din ên Filistînî re ji nişkê ve ji aliyê asmanî û bejahiyê û deryayê ve êrîşek bi navê “Tofana Eqsayê” dest pê kir û zirareke zêde ya canî û abûrî gehand Israîlê.

Paştir Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu şer li dijî Hemasê ragehand û supayê Israîlê jî dest bi operasiyona “Şûrê Hesinî” kir û balafirên wan ên şerî çend bingehekên Bizava Hemasê li Kertê Xezzeyê borduman û wêran kirin.

Ev şeş roj in ku şer, moşekbarankirin û bordumankirin di navbera çekdarên Bizava Hemasê û Israîlê de berdewam e. Hejmara kuştiyên herdu aliyan gehiştiye nêzî du hezar û 600 kesan, hejmaran birîndaran ji şeş hezar kesan boriye û bi sedan kes jî heta niha winda ne.

 

Basnews

Top