Fermandarê ‘’Hêza Polayî’’ ya YNKê di bûyerekî bi guman de jiyana xwe ji dest da
Fermandarekî YNKê di bûyerekî bi mij û guman de jiyana xwe ji dest da û hîn bi fermî ti hûrgiliyek vê derbarê de nehatiye aşkera kirin.
Îro 12.10.2023yê hejmarek pêgehên tora civakî ya facebookê nûçeya can ji dest dana Muqadem Burhan Xefûr Zengene belav kirin.
Li gor dûvçûnên BasNewsê ew fermandarê ku jiyana xwe ji dest daye, fermandarê Hêza Polayî ya ser bi YNKê ya yekîneyên 70 yên hêzên Pêşmerge ye.
Hin çavkanî dibêjin ew fermandare di dema erkê xwe de dawî bi jiyana xwe aniye, lê heta naha ew fermandariya ku lê erk dike ti daxuyaniyekî fermî ya vê derbarê de belav nekiriye.
Fermandarê ku îro jiyana xwe ji dest daye, sala 2021ê dee hevjîna wî jî koça dawî kiriye û kurekî wî yê bi navê Mihemed jî di şerê DAIŞê de şehîd bûye.
Basnews
