Sîpan Ezîz: Veguhastina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bo ser Bexdayê wehm û xeyal e
Ev demeke dûr û dirêj e ku aloziyên darayî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de çê bûne. Perlemanterekê Kurd li Perlemana Îraqê amaje bi wê yekê da ku Yûsif Kîlabî bi sefqeyeke gomanawî bûye perlemanter. Herwesa dibêje: Veguhastina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bo ser Bexdayê wehim û xeyal e.
Îro roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, perlemanterê Kurd li perlemana Îraqê, Sîpan Ezîz, taybet ji bo Kurdistan24ê ragehand, bi komkirina piştevanî û îmzayên perlemanteran bizaveke baş hat kirin ku pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji hemî mijarên din bê cudakirin. Hind bû ku wê mijarê qalibekî siyasî wergirtiba û bi rêya destûrî hatiba çarekirin, lê hindek ji perlemanterên Kurd û serokê firaksiyona wan bi rêya îmzakomkirinekê di navbera xwe de pena bir ber dadgeha federalî ji bo ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya Bexdayê bên dan.
Wî bal kişand ser wê yekê jî ku ew kar ji bo çêkirina arêşe û berbestan li bernaberî çarekirina pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ye.
Herwesa di pareke din a gotinên xwe de amaje bi wê yekê kir ku, hindek ji perlemanterên Kurd bi dû Yûsif Kîlabî keftine. Ev di demekê de ye ku Yûsif Kîlabî bi sefqeyeke gomanawî û bi pilanekê li Adara îsal hatiye nav perlemanê. Ew pêştir di helbijartinên 10/10/2022ê de bi ser nekeftibû.
Sîpan Ezîz di eynî demê de behsa wê yekê kir ku, hatina Yûsif Kîlabî bo perlemanê ji bo lêdana bodce û mûçeyên Herêma Kurdistanê û fermanberên wê ye.
Tekez jî kir ku ew bizava wan perlemanterên Kurd ji bo şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rengekî rasterast ji aliyê Bexdayê ve bi ser nakeve, ji ber ku bi temamî berivajî destûrî û qanûna bodceyê ye. A ku wan perlemanteran jî kiriye wehm û xeyal e.
K24
