• Tuesday, 17 February 2026
logo

Filmên konseran ên dahata wan herî zêde diyar bûn

Gulan Media October 13, 2023 Hunerî
Filmên konseran ên dahata wan herî zêde diyar bûn

Stranbêjên navdar ên cîhanî Beyonce û Taylor Swift amadekariyê dikin ku turneyên xwe yên konseran wekî film li salonên sînemayan nîşan bidin.

Tê pêşbînîkirin ku fîlmên konseran deriyekî nû li cîhana sînemayê vekin û tewr tê pêşbînîkirin ku temaşevanên wan ji yên filmên Hollywoodê zêdetir bin.

Filma Taylor Swiftê îro li salonên sînemayê tê nîşandan û ya Beyonceyê jî dê 1ê Kanûna Pêşîn bê nîşandan.

Li gorî texmînan, dahata berhemên Beyonce û Taylor Swiftê dê dahata filmên Hollywoodê jî derbas bike.

Beriya filma konserên Beyonce û Taylor Swiftê gelek grûbên muzîkê û stranbêjê din jî salonên sînemayê tiji kirine.

Filmên konseran ên dahata wan herî zêde, li gorî rêzê bi vî rengî ne: 

1 – Justin Bieber: Never Sav Never (2011)

Dahata wê: 73 milyon dolar

2 – Michael Jackson: This Is It (2009)

Dahata wê: 72 milyon dolar

3 – Hannah Montana û Miley Cyrus: Best of Both Worlds Concert (2008)

Dahata wê: 65,2 milyon dolar

4 – One Direction: This Is It (2013)

Dahata wê: 28,8 milyon dolar

5 – Katy Perry: Part Of Me (2012)

Dahata wê: 25,3 milyon dolar

6 – Jonas Brothers: The 3D Concert Experience (2009)

Dahata wê: 19,1 milyon dolar

7 – Madonna: Truth or Dare (1991)

Dahata wê: 15 milyon dolar

8 Glee: The 3D Concert Experience (2011)

Dahata wê: 11,8 milyon dolar

9 – U2 (2008)

Dahata wê: 10,3 milyon dolar

10 – U2: Rattle and Hum (1988)

Dahata wê: 8,6 milyon dolar

 

Rudaw

Top