Rojnamevaneke jin a Rojhilatê Kurdistanê: Asayîşa Silêmaniyê ez girtim û êşkence kirim
Li gor girteyekî vîdeoyî ya li medya civakî û daxuyaniya ji bo BBC Farisî de, rojnamevana jin û çalakvana Rojhilatê Kurdistanê Nazîla Meirufiyan radigehîne ku di serdana ji bo bajarê Silêmaniyê de, ji aliyê asayîşa YNKê ve hatiye girtin û bi tundî hatiye êşkence kirin.
Rojnamevan û çalakvana Rojhilatê Kurdistanê Nazîla Meirufiyan di girte vîdeoyekî de behsa girtin û êşkence kirina xwe ya ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve behs dike, ku li girtîgehê pir bi tundî hatiye êşkence kirin û bandora wê jî li ser rûyê wê gelek diyar bûye.
Nazîla Meirûfiyan wekî ku dibêje piştî ku serdana Silêmaniyê dike ji aliyê asayîşa YNKê ve tê girtin û li girtîgehê rastî êşkenceyekî tund tê. Vê derbarê de ji bo BBC Farisî ragehand: ‘’Li Silêmaniyê ji aliyê asayîşê ve ez hatim girtin û ez birim û 15 rojan li girtîgehê mam û berdewam ez êşkence kirim.’’
Balkêşe heta naha asayîşa Silêmaniyê bi fermî bersiva wê keça rojnamevan nedaye û ti daxuyaniyek jî li ser axaftinên wê nedaye.
Basnews
