• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Kerkûkê şehîdên 2'ê Îlonê tên bibîranîn

Gulan Media October 11, 2023 Nûçe
Li Kerkûkê şehîdên 2'ê Îlonê tên bibîranîn

40 roj bi ser xwepêşandana 2ê Îlonê ya Kerkûkê re derbas dibin, biryar e jî merasîmeke taybet ji bo bîranîna çar şehîdên wê xwepêşandanê were kirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, sibê (11.10.2023) merasîmeke taybet di çileya şehîdbûna 4 welatiyên Kurd di xwepêşandanên 2ê Îlonê yên Kerkûkê de tê kirin.

Roja 02.09.2023an welatiyên Kerkûkê li dijî girtina rêya Kerkûk-Hewlêrê dest bi xwepêşandaneke aştiyane kirin. Lê 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûn.

Di wê xwepêşandanê de, 4 welatiyên Kurd yên bi navên Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Hisên Sabîr hatin kuştin û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.

Her çend piştî wan bûyeran, Serokwezîrê Iraqê û parlamentoya Iraqê biryar dan ku komîteyeke lêkolînê ji bo eşkerekirina rastiya bûyeran û sizakirina binpêkeran pêk bînin, lê heta niha ti encamên lêkolînê bi fermî nehatine ragihandin, derbarê kesên ku bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûns xwepêşanderên Kerkûkê de jî, rêkarên yasayî nehatine girtin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di 04.09.2023an de ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye Wezareta Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê, da ku serederiya şehîdan bi qurbaniyên bûyerên 2ê Îlonê yên li Kerkûkê re bikin û her alîkariyeke tendirustî ji bo dermankirina birîndaran bikin.”

 

K24

Top