Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Îtalyayê civiya.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Îtalyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Îtalyayê yê li Îraqê birêz Maurizio Greganti kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê guhertinên dawî û pêşhatên nava Îraq û deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îtalyayê de kir.
Herwiha me behsa kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir û tekez li ser çareser kirina hertimî ya tevahiya kêşeyan bi taybetî kêşeyên taybet bi şayîsteyên darayî yên herêmê di çarçoveya destûr û qanûna bûdceyê de bi awayek ku, mûçexwerên herêmê jî weke tevahiya mûçexwerên din yên Îraqê her meh bêyî ti keşe û arîşeyek û bi awayeke normal mûçeyên xwe bistînin, kir.
Di beşeke din ya civînê de me giftûgo derbarê pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyarîkirî de kir.
